Di operasyona ”Mirovî û Elehiyê” li kampa Holê desteka Tirkiyê bo DAIŞ’ê hate îsbat kirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên rojhilatê Dêrazorê da zanîn ku piştî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê metirsiya kampa Holê eşkeretir bû û gotin:
“Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’yên li hundir û derveyî kampê, hate piştrastkirin.”

Piştî ku bûyerê kuştin û eşkencê li kampa Holê zêde bûn, hêzên Asayişê bi piştgiriya YPG’ê û YPJ’ê qonaxa duyemîn ya operasyona ”Mirovî û Elehiyê” li kampa destpêkirin.

Der barê mijarê de şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Rûspiyê eşîra El Hilêsat û endamê Meclisa Rûspiyên Reqayê, şêx Hemod El Hemod wiha got: ‘

”Em bi hêzên xwe yên ku bi operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” rabûne re ne û em operasyona wan pîroz dikin.”

El Hamod ji bo sivikkirina barê Rêveberiya Xweser bang li hemû welatên cîhanê kir ku himwelatiyên xwe ji kampê werbigirin.

Şêxê eşîra El Elî û endamê têkiliyên giştî yên leşkerî li Reqayê, şêx Remedan El Rehal jî di vê derbarê de axivî:

El Rehal deqez kir ku dewleta Tirk li pişt van şaneyan disekine, piştgiriyê dide wan û hêsankirinê pêşkêşî wan dike. Piştî ku em di şerê xwe yê li dijî terorê de bi ser ketin, gefa kuştinê li me dixwe.”

El Rehal herî dawiyê wiha got: “Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî çareyekê ji aloziya kampa Holê re bibînin.”

Her wiha Sekreterê Giştî yê Kombûna Eşîrên El Bokemal û rûspiyê bajarokê Baxozê, Hewas Ebû El Casim jî axivî û wiha got:

“Ev pêngav di demeke hestiyar de hat û encamên avaker bi xwe re anî. Piştî ku kampa Holê bû şahidê aloziyên ewlehiyê, pêngav li kampa Holê ewlehî û aramî bi dest xist.

Di dawiyê de Ebû El Casim bang li hemû welatan kir ku derfetê bidin Rêveberiya Xweser ji bo girtina dosyaya kampa Holê bi temamî.

Back to top button