Keça Şehîd Emîne ku di êrişa helincidê şehîdbibû, Mizgîn Xelîl dibêje ew bawerin ku wê QSD’ê herêmê ji sîxur û ajanan paqij bike.
Mizgîn Xelîl got: ”Dewleta Tirk gelek torên sîxuran li herêmê çêkir. Ev sîxur bûn sedema gelek kirinan.
Ew sîxurana bûn sedema şehadeta gelek hevalên me û tirs xistin dilê zarokan. Em ê çawa wan efû bikin.”
Mizgîn Xelîl rola mezin a QSD’ê di operasyona Sondê de silav kir û daxwaza cezakirina sîxuran kir.
Mizgîn bang li şêniyên herêmê kir haj ji zarokên xwe hebin da ku nebin qurbanên planên Tirkiyê.