HDP û TJA li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî li darxistin

Li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi pêşengiya HDP û Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran, bi armanca piştgirîdayîna serhildanên gel û şermezarkirina kuştina Jîna Emînî çalakî hatin li dar xistin, her wiha daxuyanî jî hatin dayîn.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya bajarê Agiriyê li ber avahiya xwe ya bajêr kombûn û êrîşa dijî Jîna Emînî şermezar kirin û diyar kirin wê jin serî li ber zilmê netewîne.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi pêşengiya TJA û HDP’ê bi daxuyaniyekê, kuştina Jîna Emînî hat şermezarkirin û piştgirî dan xwepêşandanên gel ên li dijî Rejîma Îran ê.

Her wiha li Meletî, Colemêrg, Gever, Riha, Hatay, Îskenderûn, Dêrsim, Semûr, Enqere û Mersînê jî bi pêşengiya HDP û TJA’yê daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin.

Tifaqa Kurdistanî ya Bakurê Kurdistanê jî li Amedê bi daxuyaniyeke piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îran’ê ya li dijî zordariya rejîma Îran’ê ragihandin

Ciwanên Rihayê ji bo Jîna Emînî meşiyan

Back to top button