HPG’ê: Li Zap, Avaşîn û Xakurkê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HPG’ê ragihand di çalakiyan de yek jê payebilind 8 leşkerên Tirk hatin kuştin, çeperek û bombeavêjek hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 23’yê Îlonê li Qada Sîda ya herêma Zapê tîmên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin.

Heman rojê li Qada Çemço jî bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker yên li girê Şehîd Adil hatin xistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

Dîsa li Qada Çemço li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer yên li Şehîd Bahoz. Di vê çalakiyê de jî yek jê payebilind 2 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 22’yê Îlonê tîmên bi tevger yên YJA Starê li Qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bi awayekî kooordîneyî li hêzên dagirker xistin.

Baskê yekemîn bi çekên giran li 2 çeperan û kamelyayekê xistin. Di vê çalakiyê de bombeavêj û tevî çepera bombeavêjê hatin rûxandin û 2 dagirker hatin kuştin.

Di çalakiya baskê duyemîn de jî bi çekên giran derb li hêzên dagirker û çeperên wan hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 23’yê Îlonê li derdora gundê Şapanê yê herêma Xakurkê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin.

Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate kuştin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî, 65 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û tankan qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button