YE: Gefên Putin yên bikaranîna çekên nukleerî ne tenê gotin e

YE ragihand ku Serokê Rûsya Putin di gefxwarina bikaranîna çekên nukleerî de cidî ye.
Tevî bertekên li dijî vê, Sekreterê Giştî yê NY Gutterres jî got, bi ti awayî nabe ku qala vê mijarê jî were kirin.

Şerê li Ukrayna 7 mehên xwe tejî kir.

Lê gefxwarinên Moskow yên bikaranîna çekên nukleerî rewşa şerê li nava Ukrayna dide xuyakirin.

Di nava demên dawiyê de Serokê Rûsya Vladimir Putin careke din gefa bikaranîna çekên nukleerî dixwe.

Ev gef ji aliyê Ewropa û Amerîkayê ve, bi cidî têne girtin.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ji BBC re got,

Şer gihîştiye nuqteyeke xeter.

Artêşa Rûsya li quncikê tenqav bûye, ji ber vê yekê gefxwarinên bi çekên nukleerî pir metirsîdare.”

Rûsyayê di hefteya dawî de ji bo 4 herêmên axa Ukraynayê tevlî xaka welat bike, seferberiya qismî ragihand.

Josep Borrell her wiha got,

Divê teqez çareseriyeke dîplomatîk bê dîtin ku di meha heftan de dawî li dagirkeriyê bîne.

Bi vê yekê serxwebûn û serweriya Ukraynayê biparêze.

Borrell nêrîna “wê şerekî din biqewime” parast, ger çareseriyek wisa nebe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin gefa bikaranîna çekên nukleerî ji bo parastina welatê xwe xwar.

Putin bi bîr xist ku “çekên wî yên ji bo hilweşandinê hene” û destnîşan kir ku ev tenê ne axaftineke.

Di heman axaftinê de Putin ragihand ku ew plan dike derdora 300 leşkerên yedek ji bo şer amade bike.

Di êrîşa dijber ya destpêka meha Îlonê de, artêşa Ukraynayê bi taybetî li rojhilatê bajarê Xarkovê destkeftiyên girîng bi dest xist.

Serokomarê welêt Volodymyr Zelensky ragihand ku mezinahiya axa ku hatî vegerandin 8 hezar kîlometre çargoşe ye.

NY: Nabe li ser şerê nukleerî were axaftin

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî di civîneke taybet a Konseya Ewlekariyê ya derbarê Şerê Ukraynayê de got;

“Qet nayê pejirandin li ser şerê nukleerî were axaftin.”

Amerîka, Çîn hişyar kir: Eger piştevaniya Rûsya were kirin wê encamên xwe hebe

Waşîngton ya dibîne ku Moskow di şerê li Ukrayna de tengav bûye, careke din rêberiya Pekîn hişyar kir.

dimenê arşiv yê berê bikar bînin

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken di hevîdtina li gel hempîşeyê xwe yê Çînê Wang Yi de, ew hişyar kirin û got:

Eger piştevaniya ji bo Rûsya ya Ukrayna dagir kirî bê kirin, wê encamên xwe jî hebe.

Back to top button