Hindistan..Ji ber lehiyê jimara kesên mirî gihişt 36’an

Li Hindistanê ji ber barana zêde bîlançoya qurbaniyan jî giran dibe.
Barana ku bêtirî mehekê ye li welat dibare heta niha bûye sedema mirina 36 kesî.
Her wiha bi hezaran kes jî mexdur bûne.

Medyaya Hindistanê ya nêzîkî hikûmetê ragihand ku di encama lehiyên ku meheke li Hindistanê didomin de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihiştiye 36 kesan.

Ji van kesan 12 jê bi bruskê jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran welatî zerer û ziyan dîtine.

Berpirsê meteorolojiyê yê Hindistanê li ser rêjeya barîna baranan hişyarî da welatiyan û pêşbînî kir ku di rojên pêş de rêjeya barîna baranan zêde bibe.

Di du mehên borî de li welatên naverasta cîhanê ji ber barîna baranên gelek karesatên lehiyan û erhejan rûdan.

Di encama van karesatan de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûne.

Her wiha ziyanên mezin gihiştin mal, dikan, cihên kar û zeviyan.

Back to top button