Tifaqa Ked û Azadiyê: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên pêwîst bên avêtin

Tifaqa Ked û Azadiyê di nexşerêya xwe de bal kişand ser pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyê û got:
“Têkoşîna hevpar wê bibe meşeke ber bi demokratîkbûnê ve.”

Tifaqa Ked û Azadiyê di civîna xwe ya li Navenda Kongreyan a Halîçê “Nexşerêya” xwe bi deklarasyonekê parve kir.

Di deklarasyonê de wiha hat gotin:

“Ji aboriyê heta siyasetê di gelek qadan de pêkanîna guherîn û veguherînê li ser rawestandina hilweşîna ku Tifaqa Cumhur pêk aniye, bi dawîkirina Rêveberiya Yek Mirovî, başkirina şertên jiyanê û xebata gel, mafên demokratîk û azadiyan peywira lezgîn a serdema pêşiya me ye.

Di pêvajoya hilbijartinê de divê hêviyên gel ên pêşerojê tenê bi hilbijartinê ve neyên girêdan, lê divê girîngiya sindoqê jî neyê paşguhkirin.

Ji bo vê divê têkoşîna ked û demokrasiyê bê bilindkirin, di vê çarçoveyê de ji bo ku gel ji hilbijartinan bi destkeftî derkeve bê motîvekirin.

Tifaqa Ked û Azadiyê: Têkoşîna hevpar dê bibe gava ber bi demokratîkbûnê ve

Di deklarasyonê de li ser giringiya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî wiha hat gotin:

“Li Tirkiyê bingehîntir pirsgirêka ku divê bê çareserkirin, pirsgirêka kurd e.

Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane divê siyaseteke avaker ku nêzîkatî û fikarên hemû beşên civakî yên welat li ber çavan bigire bê meşandin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a ku rasterast bi demokratîkbûnê ve girêdayî ye, li şûna polîtîkayên înkar û tunekirinê, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane divê gavên pêwîst bên avêtin.

Têkoşîna hevpar dê bibe gava ewil a demokratîkbûnê.”

Di dawiyê de ev bang hat kirin:

“Ji bo hemû sazî, rêxistin, partî û yek bi yek welatiyên vî welatî yên ku di pêşeroja ronî û demokratîk a Tirkiyê difikirin, werin em bi hev re berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Em dikarin li ser bingeha nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê pergaleke civakî ya ku tê de gel serdest e, ava bikin.

Pêkanîna vê yekê bi hêza veguherîner a gelên bindest pêkan e. Di çarçoveya vê bang û nêzîkatiyê de em her kesî vedixwînin têkoşîneke hevpar û yekgirtî!”

Back to top button