Artêşa Dewleta Tirk êrîş û binpêkirinên xwe li ser xaka Başûrê kurdistanê didomîne. Îro jî artêşa Tirk gundekî bajarokê Amêdiyê a Başûrê kurdistanê bombebaran kir.
Li gorî agahiyan, îro di seatên piştî êvarî de , balafirên artêşa Tirk gundê Sipîndar yê bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneya Beşa Lezgîn a Dihokê.
Hêjayî gotine ye ku artêşa Tirk gelek baregehên leşkerî li ser xaka Başûrê kurdistanê ava kiriye.
Her wiha di nava bêdengiya hikûmetên Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê, rojek derbas nabe ku atrêş Tirk êrîşên xwe li ser xaka Başûr neke.