YPJ: ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ VÎNA GELÊ AZADÎXWAZ Û JINA TÊKOŞER AFIRAND

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya salvegera 7. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û şoreş li tevahî gelên Sûriye û Rojhilta Navîn pîroz kir.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe weha dibêje:

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di pêşengiya gelê Kurd de bi rengê jin, bi hişmendî, vîn, cesaret û lêgerîna gelan, heqîqeta mirovê azadîxwaz, jina birçîya azadiyê afirand.

Gelê me bi fedekarî û berdêlên giranbuha xwedî li şoreşê derket.

Di vê wateyê de şoreşa me bûye şoreşa gelan, bûye şoreşa şehîdan.

Bêguman ji destpêka şoreşê ve jî di serî dewleta Tirk gelek hêzên paşverû hewl dan hêza gelan ji holê rakin.

Lê têkbirina çeteyên DAIŞ’ê serkeftina herî mezin a gelan û şervanên azadiyê bû.

Ev yekîtiya gelan di roja îro de di yekparebûna Sûriya demokratîk de dikare rista sereke bilîze.

Me jî wek YPJ’ê, soz da gelê xwe em li hemberî hemû êrîşan, bi rola parastinê rabin.

Pêkanîna vê erka dîrokî ji bo me her tim bû cihê rûmetê.

Em ji bo di sala 8. de jî xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî derkevin, keda ji me tê xwestin em ê pêk bînin.

Leave a Reply

Back to top button