ENDAMÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN TAHA ELÎ HAT OXIRKIRIN

Şêniyên herêma Keramê ya Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taha Elî El-Feyad li goristana şehîdan oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Taha Elî El-Feyad dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Şêniyên herêma Keramê ya Reqayê cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdaet ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina destkefteyên şehîdan dan.

Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd cenaze di nava slogana de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button