Şer û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bê navber dewam dike. Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên dagirker xistin. HPG’ê ragihand di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, û derb li helîkopterekê hate xistin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a mêtinger berxwedana xwe ya dîrokî didomîne û di bin şert û mercên herî zehmet de gel û xaka welat diparêze û wiha got,
“Artêşa Tirk a tawanbarê şer, bi awayekî dijwar bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bikartîne û dixwaze wiha encamê bigre.
Lê tevî van hemû êrişan jî gerîlayên azadiyê bi îradeyeke mezin şer dikin û berxwedana xwe didomînin.”
HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 24’ê Îlonê li Qada Saca a herêma Zapê tîmên me yên bi tevger li helîkopteran xistin ku dixwestin qadê bombebaran bikin.
Di vê çalakiyê de derb li helîkopterekê hate xistin û neçar man ji qadê dûr bikevin.
Heman rojê bi rêbaza sabotajê û bombeyên dest li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bikevin çeperên şer yên Şehîd Serxwebûn ya girêdayî Çemçoyê.
Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê: Artêşa Tirk 12 caran bi Çekên Kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de jî 24’ê Îlonê li Qada Girê Cûdî ya herêma Metîna tîmên me yên bi tevger bi rêbaza sekvaniyê li hêzên dagirker xistin û dagirkerek birîndar bû.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi çekên kîmyewî, 6 caran bi balafirên şer, 37 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.