Jinên Kobanê bi çalakiyekê piştgiriya serhildanên li Îran û Kurdistanê kirin

Li bakur û rojhilatê Kurdistanê jî li dijî kuştina Jîna Emînî û êrişên hêzên rejimê yên li dijî gel çalakî dewam dikin. Jinên Kobanê û Kongra Star a Hesekê û kampa Waşûkanî piştgirî dan serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Bertekên li hemberî Kuştina jina Kurd Jîna Emînî her ku diçe zêde dibin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî bi armanca piştgiriya jinên li Rojhilat û Îranê di nava çalakiyan de.

Li bajarê Kobanê bi dehan jin li qada Jinan Azad kom bûn û piştgiriya xwe bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan dan.

Di daxuyaniyê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Sultane Hemîd got:

“Em çalakiya jinên azad ên li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya wan dikin ku roleke sereke di serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê dilîzin.”

Sultane Hemîd kuştina jinan şermezar kir û wiha domand:

“Na ji qetilkirina jinan re, jin jiyan e, jiyanê nekujin. Qetilkirina jinan nayê qebûkirin.

Em piştgiriya xwe bi jinên ku rastî zextên desthilata serwer tên, radighînin û dibêjin, Jiyan, Jiyan, Azadî.”

Pişt re jinan porê xwe jêkirin û şewitandin.

Kongra Star a Hesekê bi daxuyaniyekê piştgirî da serhildanên li Îran û Kurdistanê

Bi heman armancê Kongra Star li bajarê Hesekê jî daxuyaniyek da.

Kongra Star diyar kir ku kuştina Jîna Emînî bi hinceta ku porê wê derketiye ti ol qebûl nake û got:

“Bi van sûcên hovane dixwazin li gorî fikrên xwe olekê çêbikin.”

Kongra Star di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û yên navnetewî dikin ku kuştina jinan rawestînin.

Jinên li kampa Waşokanî: Em piştgiriyê didin serhildanên Rojhilatê Kurdistanê

Her wiha li Kampa Waşokanî jî jinan bi çalakiyekê kuştina Jîna şermezar kirin.

Di çalakiyê de endama komîteya edaletê ya Kongra Star a Hesekê Îman Mio axivî û got: “Em dengê xwe tev li hemû dengên ku ji bo Jîna bilind bûne dikin, divê çareseriyek ji bo doza jinê û azadiya wê were dîtin.

Jinên li kampê di dawiyê de gotin: “Divê kujerên Jîna Emînî bên darezandin. Em ê li pişta jinên Rojhilat û Îranê bin û em vê serhildana wan pîroz dikin.”

Back to top button