Dibistaneke teknolojî ji bo zarokên şehîdan hat vekirin

Zarok ji bo pisporiyê tên amadekirin. Li Qamişlo dibistanek taybet a teknolojiyê ji bo zarokên şehîdan hat vekirin. Dibistana şehîd Beşîr, zarokan di warê biranşa û teknolojiyê de perwerde dike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi alîkariya Desteya Perwerdeyê, li Qamişlo dibistanek Teknolojî ji bo zarokan vekir.

Dibistan taybet ji bo zarokên şehîdan e.

Dibistanê li ser navê zarokê şehîd ê bi navê Beşîr hatiye lêkirin.

Di dibistanê de zarok ji temenê 12 salî heya 16 salî hene.

Beşên Kurdî, Înglîzî, bîrkarî, erebî, fîziya û kîmya jî di nava bernameya wan de heye.

Ji kompîter jî beşên program, montaj û elktron hene.

28 zarok di dibistanê de li ser biranşa û kompîter tên perwerdekirin.

Zarokên ku di dibistanê de fêr dibin wiha kêfxweşiya xwe tînin ziman:

Dibistan îro bi merasîmekê hat vekirin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, malbata şehîd Beşîr û rêveberiya dibistanê ve axaftin hat kirin.

Deriyê dibistanê ji aliyê dayîka şehîd Beşîr ve hat vekirin.

Di Bakur û Rojhilatê Sûrî de, ev yekemîn dibistan e.

Tê payîn wê di demên pêş de wek vê dibistanê li Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bibin.

Ev zarok heya 2 salan wê ji hemû beşan werin perwerdekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye şehîd Beşîr li ser sînor ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatiye şehîdkirin.

Back to top button