Diyala..Di encama êrişa DAIŞ’ê de leşkerek mir du çete hatin kuştin

Li gundê Tepe yê li başûrê navçeya Qeretepe ya parêzgeha Diyale şer di navbera leşkerên Artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de derket.
Di encama pevçûnê de hate ragihandin ku leşkereke artêşa Iraqê û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Êriş duh bi şev çêbû..

Rêveberê Asayîşa bajarokê Koks Şemal Ebdulrehman ji Rojnews’ê re ragihand :

“Komek çeteyên DAIŞ’ê xwestine li ser gundê Tepe re derbazî cihê xwe yê li ser Ava Hemrîn bibin.

Ji beriya rojavabûnê, balefirên şer yên Artêşa Iraqê çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin û encamê de du çete hatin kuştin.

Piştî bombebaranê hêzek ji Lîwaya 53 a Artêşa Iraqê gihişt cihê bombebaranê û mayînekê çandî di nava wan de teqiyaye..”

Şemal Ebdulrehman da zanîn ku bi teqîna mayîna çandî re çeteyên DAIŞ’ê bi çekên cuda êrişî hêzên Artêşa Iraqê kirin..

Di vê demê de şer derket.”

Her wiha çavkaniyek ji asayîşê jî eşkere kir ku di encama şer de fermandarek û 2 leşker birîndarbûne..

Leşkerek jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button