Balafirên şer yên dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer yên dewleta Tirk danê siharê jî gundek Amêdiyê bombebaran kir
Duh bi şev jî Çiyayê Gare bombebaran kir.

Danê siharê balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Sigêr yê navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê, bombebaran kir.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin standin.

Gorî agahiyan duh derengiya şevê jî balafirên dewleta dagirker çiyayê Gare bombebaran kirine.

Pêr jî balafirên şer sînorê Akrê û Amêdiyê jî bombebaran kiribûn, ji ber êrişê agir bi herêmê ketibû.

Back to top button