KNK: ŞOREŞ BI AVAKRINA CIVAKA DEMOKRATÎK SERKEFTÎ DEWAM DIKE

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 7’an a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. KNK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf di 7. salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 7’an a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

KNK’ê got:

Şoreşa Rojava, bi fedakarî, qehremanî û bi xwîna pakrewanan hate afirandin.

Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hatin dayîn.

Berxwedana bê hempa ya gelê Bakur û Rojhilatê sûrî li seranserê Cihanê deng veda.

Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê serketinek dîrokî ya şervanên QSD’ê derket pêş.

Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi Cihanê dane naskirin, riya azadî, aştî û çareseriyê xweşkir.

KNK’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê û Rojhilatê Sûrî û wiha bi dawî kir:

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser gelê me berdewam dikin.

Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf di 7. salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike.

Leave a Reply

Back to top button