Tevgera Sadr: Hevpeymana nû nepêkane

Li Iraqê hewildanênavakirina hikumetê dewam dikin.
Çarçoveya Hemahengî, PDK, YNK û Suniyan, hevpeymanek nû a bi navê ‘Îdareya dewlet’ ji bo pêkanîna hikumetê ava dikin.
Serkirdeyek Tevgera Sedir jî hevpeymanê weke ‘Ne pêkane’ da nasîn.

Liv û tevgera aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna hikumetê dewam dike.

Çarçoveya Hemahengî, PDK, YNK û Suniyan ji bo avakirina hikumetê bi hevpeymanek bi navê ‘Îdareya dewlet’ avakirin.

Namzetê serokwezîriyê yê vê hevpeymaniyê jî endamê Kordînasyona Kordînasyonê û wezîrê berê yê kar Mihemed Şîa es-Sûdanî ye.

Ji Tevgera Sadr jî nerazîbûn hat û hevpeymanê weke ‘Ne pêkane’ bi navkir.

Yek ji endamê rêveberiya Tevgera Sadr Xayib Emîrî diyarkir ku Çarçoveya Hemahengî wê hertim weke çarçove bimîne û ev hevpeyman ne pêkan e.

Doh parlamenterê Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan Elî Fetlawî li ser mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî bû û gotibû:

“Wê di nava çend saetên bê de, bi navê ‘Îdareya dewletê’ hevpeymaniyek siyasî ya nû were ragihandin ku ji hêzek mezin pêk tê.

Ji bo rêveberina qonaxa bê ye.

Hevpeyman ji PDK, YNK, Hevpeymaniya Serwerî, Çarçoveya Hemahengî, Tevgera Babîlûm û parlamenterên serbixwe pêk tê.”

Elî Fetlawî eşkere kir ku wê di nava çend saetên bê de hevpeyman were ragihandin û got:

“Ev hatina gel hev ji bo avakirina hikûmetê ye.”

Hêjayî gotinê ye Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serwerî berê li gel Tevgera Sedir hevpeymaniyek avakirîbûn, niha bêyî Tevgera Sedir tevlî vê hevpeymaniyê bûne.

10’ê Cotmeha 2021’an li Iraqê hilbijartina giştî ya parlamentoya welat pêk hatibû.

Lê ji wê rojê û heta niha, ji ber aloziya siyasî û krîza aborî, ne serokwezîr û ne jî serokomar ne hatiye hilbijartin.

Ev yek jî rewşa li welat hîn zêdetir aloz kiriye.

Back to top button