Encamnameya Konferansa 4. a TJA : Erka me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

Tevgera Jinên Azad (TJA) konferansa xwe ya 4.an li bajarê Batmanê bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in” li darxist. Konferans duh di roja duyemîn de bi dawî bû. TJA’yê encamnameya konferansa xwe eşkere kir û diyar kir erka wan ya sereke azadiya Rêber Apo ye.

Konferansa 4. a TJA bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in” li Êlihê hat li darxistin.

TJA’yê encamnameya konferansa xwe ya ku du rojan dum kir eşkere kir.

Ji gelek bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê 700 delege beşdarî konferansê bûn.

Encamnameya konferansê bi kurdî û tirkî hat xwendin.

Jinan qetilkirina Jîna Emînî şermezarkir, serhildana gel a Rojhilat silav kir û konferans di kesayeta
siyasetmedara Kurd Aysel Dogan, diyarî hemû jinên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane kir.

TJA’ê da xuyakirin ku armanca wan ya sereke şkandina tecrîda li Îmraliyê ye.

TJA’yê diyar kir ku jin bi hişmendiya heqiqeta hebûne têkoşîna azadiyê dimeşînin, di demeke ku ji her gavê bêhtir pêdivî bi mezinkirina têkoşînê dibînin de derbas dibin û got: Têkoşîna me ya temendirêj, di her kêlî û demê de mezintir û berfirehtir dibe.

Rastiya jinên ku bi roja ye li hemberî rejîma Îranê li ber xwe didin jî, ji vê yekê ne qut e.

Îro encama herî girîng a ku derketiye holê ew e ku, Şaristaniyên bidewlet, bêyî kedxwariya jinê nikarin li ser piya bimînin û hebûna xwe berdewam bikin.

Bersiva me jinan ya ji vê yekê re, dê mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û avakirina jiyaneke nû be!

TJA’ê yê destnîşankir ku têkoşîna jinan hevpar be jî lê şert û merc cewherê têkoşîna diyar dike û wiha domand:

Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, herçiqas ji hêla bidestkeftinên jina ve gelek xeteriyan di nava xwe de bihewîne jî di esasê xwe de rastiya ku azadiya jinê dê dawiyê li hemû destlihatiyan bîne jî datîne holê, û ev rastî ne dûr e.

Jinan teqezkir ku armanc birêxistinkirina têkoşîneke hevpar û avakirina rastiya hebûn û azadiyê ye.

Jiyana me ya ku di nava şer û pevçûnan de diherike, de bi xwe re azadiyê jî biafirîne.

Back to top button