“Paşînyan xwest bi radestkirina du ciwanên Kurd beriya civîna li Pragê diyarî bide Erdogan”

Lêkolînerê siyasetê yê Ermen Hamo Moskovian ji ber teslîmkirina 2 gerîlayan nerazîbûn nîşanî hikumeta Ermenistanê da û diyar kir ev yek li dijî gelê Ermen xiyaneteke mezin e. Moskovian diyar kir hikûmeta Paşînyan vê yekê hewl didin fîtneyê di navbera gelên Ermen û Kurd de derxin.

Lêkolînerê siyasî yê Ermen Hamo Moskovian der barê radestkirina Ermenistanê 2 gerîlayan ji bo dewleta Tirk a dagirker re ji ajansa Hewarê re axivî.

Hamo Moskovian diyar kir ku bi radestkirina her gerîlayan Paşînyan xwest diyarî bide Erdogan beriya ku li Pragê di 6`ê Cotemehê de bicivin û got;

Ev yek bi navbênkariya serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken e.”

Moskovian da zanîn ji bo wê hevdîtinê ji demekê ve peyamên nerm di navbera Erdogan û Paşînyan de hene.

Lêkolînerê Ermen Hamo Moskovyan: Hikûmeta Paşînyan hewl dide fitneyê di navbera gelên Ermen û Kurd de derxe

Moskovyan, radestkitina her du gerîlayan weke xiyaneteke mezin li dijî gelê Ermen bi nav kir û tekez kir ev yek qet di dîroka gelê Ermen de pêk nehatiye.

Der barê têkiliyên dîrokî ên di navbera gelên Kurd û Ermen de û hewldanên dijmin ên xerbakirina van têkiliyan ev yek anî ziman:

“Paşînyan û rayedarên wî li Azerbeycan û Tirkiyê û hêzên paşverû li Ermenistanê, hewl didin fîtneyê di navbera gelên Ermen û Kurd de çêkin.

Lê ne Paşînyan û ne jî yên din, dê nekarin di van hewldanên derxistina fitneyê de bi ser bikevin.”

Moskovyan di dawiyê de bang li partiyên Ermen kir ku li hemberî “hikumeta xayîn” bisekinin, ya ku di 2 salan de derdora 13 hezar kilometer çargoşe erdê Qerebaxê radest kir û amadekariyan dike ku di çend rojên bê de 7 hezar kîlometreyên din radestî Azerbeycanê bike.

Back to top button