Îran û dewleta Tirk bi awayekî hemwext êrişî Başûrê Kurdistanê kirin. Îranê herêma Sîdekan û dewleta Tirk jî bi balafiran çiyayê Asos bombebaran kirin.
Danê nîvro rêjîma Îranê bi dijwarî herêma Sîdekan ya ser bi navçeya Soran topbaran kir. Hemwext balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Asos ya ser bi navçeya Mawet ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kir.
Hate diyar kirin ku îro 5 caran sînorê qezaya Mawet hatiye topbarankirin.