Dagirkeran Kobanê û gundên Zirgan, Şêrawa û Til Temirê bombebaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Kobanê û gundên navçeya Zirgan, Şêrawa û Til Temirê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bobî yê bakurê rojavayê navenda navçeya Ziraganê bi obîsên giran topbaran kir.

Di topbaranê de nuqteyeke hêzên hikûmeta Şamê bû hedef û tê gotin ku birîndar hene.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbaran kir.

Her wiha di saetên nîvro de jî dagirkeriyê gundê Dirdara yê girêdayî navçeya Til Temirê topbaran kir.

Tirkiyê vê sibehê careke din bi balafireke bê mirov avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kir hedef.

Di encamê de zirarên madî gihaşt avahiya meclisê .

Back to top button