Konferansa 3’yemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi dawî bû

Bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser kevin”, Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê, konferansa xwe ya 3’an li hola Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya li Minbicê, li dar xist.

Di konferansê de cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê, Cahid Hesen li ser geşedanên siyasî yên herêmê û rola malbatên şehîdan di qonaxên cuda yên şoreşê de, axivî.

Piştî bidawîbûna axaftinan, perspektîfên rêber Ocalan û rapora xebatên 2 salan a Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xwendin.

Piştî nîqaşan beşdar gihiştin gelek biryaran di nav de xurtkirina sazûmaniya rêxistinî ya meclisê, vekirina dewreyên perwerdeyê, avakirina mecliseke tenduristiyê ji bo endamên meclisê.

Di konferansê de 26 kes ji bo endamtiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hilbijartin û sond xwarin

Back to top button