Di encama teqîna li navenda polîsên Tirk de herî kêm polîsek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Doh êvarê li bajarê Mersînê yê Tirkiyê di navenda polîsên Tirk de teqîneke mezin çêbû.

Li gorî agahiyên ragihandina Tirkiyê di navenda polîsan ya navçeya Mezgîtlî ya Mersînê de êrişek çekdarî destpêkê çêdibe û di heman demê de erebeyek tê teqandin.

Di encama teqînê de polîsek tê kuştin 4 jî birîndar dibin.

Ragihandina Tirkiyê îdia kir ku jineke ku cilên polîsan li xwe kiriye ev çalakî pêk aniye.

Back to top button