Li Şehba û Minbicê kuştina Jîna hat şermezarkirin

Li Şehba û Minbicê kuştina Jîna Emînî bi du çalakiyên cuda hat şermezarkirin. 

Li Şehbayê bi pêşengiya Kongra Star, bi hezaran jin daketin qadan û kuştina Jîna Emînî şermezar kir.

Piştî ku meş veguherî mitîngê, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.

Şîraz Hemo anî ziman ku kuştina Jîna Emînî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve berdewama siyaseta qirkirina jinan e.

Şîraz Hemo diyar kir ku ew weke şêniyên Efrînê piştgiriyê didin serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tevahî sûcên dewletên kaptalîst hat şeremzarkirin.

Yekitiyê da zanîn ku kuştina Jîna karekî dermirovî ye ji ber bi rêbazekî hovane hat kuştin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bang li rêxistinên mirovahî û yên taybet bi jinê kir ku li hember sûcên dûrî mirovahî bisekine.

Back to top button