Rûspî û şêniyên rojavayê Dêrazorê operasyona Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê silav kir.
25’ê vê mehê QSD’ê destpêkirina operasyona ewlehiyê li herêma Keber a rojavayê Dêrazorê ragihand.
Rûspiyê eşîra Meşhûr a rojavayê Dêrazorê, Zeîm Mehmûd piştgirî da QSD’ê û got:
“QSD’ê tenê dikare terorê têk bibe. Em dê piştgiriya hemleyên wê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê bikin.”
Zeîm Mehmûd bang li QSD’ê kir ku pêngavên xwe yên ewlehî li herêmê zêde bike.
Welatiyê bi navê Nezal Zekûr jî dibêje zêdebûna tevgerên terorîst aramiya li herêmê têk dibe.
Û banga zêdekirina van operasyonan li QSD’ê kir.
Ebdullah El Ferac da zanîn ku ew ê bi derfetên heyî piştgiriya operasyona ewlehiyê ya QSD’ê bikin.