Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 12 rojin gel li qada ye

Doh gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma qirker a Îranê qad bernedan û daxwazên xwe yên azadiyê bi dirûşmeyan bang kirin.
Li aliyê din xwepêşanderên ku bi daxwazên rewa daketine qadan dibin hedefa êrişên hêzên rejîma Îranê
Li gor bîlançoya dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes ji aliyê hêzên rejimê ve hatine kuştin. 

Xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 11’an de dewam dikin.

Doh di saeten êvarê de carek din gel daket qadan û li dijî rejîma Îranê a desthilatdar li ser pêyan bûn.

Vir bajarê Sînê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev 11 rojin xelkê li vir li qadan in û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Ji bilî Sine, li bajarê Merîwanê jî gel li qadan bûn û li dijî zilma rejîmê slogana “Jin jiyan azadî” qîrr kirin.

Li bajarê Tebrêzê jî gel bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê re anî ziman.

Xwepêşandanên gel ên li dijî zilma rejîma Îranê li bajarê Kirmanşanê jîbi dijwarî dewam kir.

Li peytaxta Îranê Tehranê jî gel bi hersek mezin li qadan bûn û çalakiyên xwe yên li dijî rejîma Îranê domandin.

Her wiha hate diyar kirin xwendekarên zanîngehên Tehranê jî bi daxuyanî û tevlînebûna waneyan piştgirî dan xwepêşandanan.

Nexasim xwepêşanderên ku bi daxwazên azadiyê daketine qadan dibin hedefa êrişên hêzên Îranê.

Li gor bîlançoya dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes ji aliyê hêzên rejimê ve hatine qetilkirin.

Back to top button