Koordînasyona PAJK’ê: Serkeftin wê ya jinên berxwedêr û tevgera me be

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî berxwedana dîrokî ya gerîla û êrişên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin kir. PAJK’ê anî ziman ku serkeftin wê ya tevgera me ya ku bi hêza berxwedana jinê, gelê Kurd û îdeolojiya azadiyê têdikoşe, be. 

Koordînasyona PAJK’ê derbarê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ji meha Nîsanê li ser herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîlayan, nirxandin kir.

PAJK’ê anî ziman ku berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di meha xwe ya 5’an de bi hemû dijwariya xwe didome.

Artêşa Tirk a ku di nava NATO’yê de artêşa herî mezin a duyemîn e û bi hêza xwe ya leşkerî-teknîkî pir bi bawer e, li Zap, Avaşîn û Metînayê derbe li ser derbeyan dixwe. Her ku li çiyê derbeyan dixwen, dixwazin êrişên xwe yên li ser herêmên din ên Kurdistanê zêdetir bikin û bi êriş û qetlîamên bi rêya balafirên bê mirov û bi çek encam bigirin.

PAJK’ê diyar kir ku li hemberî van êrişên ku bi alîkariya NATO’yê pêş ketine yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê tê nîşandan û got:

Artêşa Tirk a faşîst êdî li çiyayên Kurdistanê û li dijî têkoşîna gelê Kurd, nikare li berxwe bide û xwe li ser pêyan bigire.

Koordînasyona PAJK’ê: Azadiya Rêbertî navenda têkoşîna me ye

Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ku azadiya Rêber APO navenda têkoşîna wan e û wiha anî ziman:

Helwesta gel a xwedî li Rêbertî derdikeve û dike navenda têkoşîn û şerê me yê topyekûn wê rê li ber azadiya wî veke.
Bi mezinkirina têkoşîna azadiyê û bilindkirina asta ku xwedî li erkên serdemê derdikeve, em dikarin xwedî li Rêbertî derkevin.

PAJK’ê bal kişand li ser hevkariya PDK’ê bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re û wiha domand:

Ji bo destkeftiyên têkoşîna me ya 50 salî bi ser nekevin, bi hevkariya PDK’ê ya hevkar-xiyanetkar êrişên dewleta Tirk dewam dikin.

Koordînasyona PAJK’ê: Berxwedana Gerîla ast û pîvana têkoşînê diyar kir

PAJK’ê dibêje, berxwedana gerîla ast û pîvana têkoşînê diyar kir.

Hemû milîtanên PAJK-PKK’ê bi moral û îradeyeke bilind li dijî êrişên hovane yên dijmin şer dikin. Li pêşberî vî şerî hevrêyên jin cihê xwe digirin. Li hemû qadên ku rêhevalên me yên jin li ber xwe didin û pêşengiyê dikin. Serkeftin wê ya jinên berxwedêr û tevgera me be

Koordînasyona PAJK’ê: Gelê me û jin, hêzên bingehîn ên têkoşînê ne

Koordînasyona PAJK’ê di dawiyê de got:

Tê dîtin ku jin, gel û ciwan gelekî jîndar, zindî û têkoşer in.

Hebûna xwe û azadiya xwe di vê tevger û têkoşînê de dibîne.

Back to top button