Fransa êrişa hêzên rejîma Îranê ser xwepêşandêran şermezar kir

Fransa êrişên tund yên hêzên rejîmê li dijî xwepêşandêran şermezar kir de ji Kanada jî li dijî Tahranê ceza hat.
Serokwezîrê Kanada biryar da ku ‘polîsên exlaq’ ên, Îranê jî di nav de li ser dehan sazî û rayedaran zext bêne kirin.

Li nava Îranê xwepêşandanê ji bo Jîna Emînî ya ku 16’ê Îlonê ji aliyê “polîsên Exlaq’ ve hatî kuştin, belav dibe.

Hemwextî vê yekê ev rewş li nava cîhanê jî ji nêz ve tê şopandin.

Rêveberiya Parîsê diyar kir ku ew tundiya hêzên ewlehiyê yên Îranê li dijî xwepêşandêran şermezar dikin.

Wezareta Karê Derve ya Fransa li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

Ev zexta hovane di rojên dawî de bûye sedema kuştina bi dehan xwepêşanderên jin û mêr.

Me jî bi hevkarên xwe yên Ewropayê re bersiv daye van binpêkirinên nû yên mafên jinan û mafên mirovan ên li Îranê tên kirin.

Kanada wê zextê li ‘polîsên exlaq’ ên Îranê bike

Di vê navberê de, ji Kanada jî helwestek tund bo zextên rejîma Îran yên li ser Xwepêşandanan derket.

Serokwezîrê Kanadaye Justin Trudeau doh di daxuyaniyeke çapemeniyê de, diyar kir ku ew bi jinên Îranê re ne û wiha got:

“Polîsên exlaq ên Îranê jî di nav de em ê li ser bi dehan kes û saziyan zextan bikin.

Em jî diyar dikin divê hikumeta Îranê li gel guhdarî bike, zextên li ser azadî û mafan bi dawî bike, destûrê bide ku jin û bi awayekî azad pênase bikin.

Em jî dengê xwe tevlî dengê xwepêşanderên li her dera cîhanê dikin.”

Wezîra Karê Derve ya Kanadayê Melanîe Joly jî li Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re axivî û diyar kir ew piştgiriyê dide jinên Îranê û ev tişt anî ziman:

“Jinên ku kuştina Jîna Emînî protesto dikin, tên girtin û gule li wan tê reşandin.

Em cesareta wan silav dikin û ji bo şandina peyameke xurt em tevlî wan dibin, mafên jinan mafên mirovan e.”

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo kuştina Jîna Emînî greva giştî dest pê kir

Back to top button