Îran..Jimara xwepêşandêrên hatine kuştin derket 76’an

Hêzên rejîma Îranê di roja 11. a xwepêşandanan de careke din êrişî gel kir.
Lê van êrişan nekarî kolanên bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji xwepêşandanan vale bike.
Heta niha di van êrişên rejîmê de, herî kêm 76 kes hatine kuştin.
Di vê navberê de, Dadgeriya Îranê dixwaze xwepêşandêran li ‘dadgehên taybet’ darizîne

Di nava saetên êvarî de, careke din heman deng û reng li nava kolanên bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê hebû.

Dumanê şewatê bilind dibe û dengê druşman kêm nabe.

Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin, doh di roja 11. a xwepêaşndanan de careke din xelk li qadan bûn.

Li bajarê Sine, Mehabat, Serdeşt, Merîwan, Dîwander, Qurwe, Kirmaşan, Urmiyê û çend bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakî pêk hatin.

Herwiha ev çend roj in helîkopter û balafir li ser Bane, Seqiz û Sine difirin.

Serdegirtina malan û binçavkirina çalakvanan jî dewame.

Çalakiyên ku jin pêşengiya wê dikin, li nava bajarên Îranê jî belav dibin.

Mîna li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Tehran, Yezda, Meşhed, Tewrêz, Burazcan, Bucnurd, Şêraz û hinek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûnan pêk ahtin.

Herwiha hêzên çekdarî yên Îranê bi armanca çewisandina xwepêşandanan serî li hinek hêzên biyanî daye.

Şahid dibêjin ku li bajarê Meşhed kesên Ereb di nava hêzên çekdarî de bûn.

Herwiha ji ber dewambûna xwepêşandanan, li hinek bajaran artêşa Îranê, zarokên Besîcî ji bo çewisandina xwepêşandanan bi kar tîne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 11 rojan de hejmara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin gihiştiye 76’an.

Di nava van de, 6 jin û 4 zarok hene.

Rejîma Îranê jî îdia dike heta niha 41 kes hatine kuştin.

Li gorî rêxistinên civakî yên li Îranê, di serdegirtin û xwepêşandanan de, li 146 bajaran heta niha nêzî 8 hezar kes hatine binçavkirin.

Dadgeriya Îranê dixwaze xwepêşandêran li ‘dadgehên taybet’ darizîne

Xwepêşandêrên ku li Îranê di çalakiyan de hatin girtin wê li dadgehên ‘taybet’ bêne darizandin.

Li gorî daxuyaniya serokê edaletê Alî Alghassîmehr a li paytext Tehranê, xwepêşandêrên hatine binçavkirin, wê li dadgehên ‘taybet’ bêne darizandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, divê dadgerî çawa nêzî tecawizkar û sûcdaran dibe, bi heman rengî nêzî wan jî bibe.

Tê gotin, dadgehên taybet jî bi ser Dadgeha Şoreşê ve ne ku bi dozên têkildarî binpêkirina ewlekariya neteweyî eleqedar dibe û bi dayina cezayên giran tê naskirin.

Li Îranê…Jimara xwepêşandêrên hatine kuştin gihişt 57’an

Back to top button