Medvedev welatên Rojava hişyar kir: Gefa çekên nukleerî ne tenê gotineke

Serokê berê yê Rûsya Medvedev careke din ev yek dubare kir û got:
Gefa nukleerî ne tenê gotineke.

Di meha 8’an de, êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, derbasî metirsiyeke li ser cîhanê dibe.

Moskow ya li Ukrayna têkçûna xwe qebûl nake, di nava rojên dawiyê de gefa çekên nukleerî zêde kiriye.

Piştî Serokê Rûsya Vladimir Putin vê carê daxuyanî ji heman aliyên Medvedev ve hate dubarekirin.

Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev got,

Eger sînorên me bên derbaskirin mafê Rûsyayê heye ku xwe bi çekên nukleerî biparêze heye.

Ev yek “bê guman ne blof e”.

Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Medvedev hişyarî da ku mafê Moskovayê heye ku bêyî hişyariyê bersivê bide.

Rûsya bi rêya referandûma ku li herêmên rojhilatê Ukrayna pêk tîne, êdî wê êrişa li ser van herêman weke êrişeke li dijî xaka welat bigre dest.

2008-2012’an Medvedev dema serokatiya welat dikir wek lîberalekî rojavayî dihat pênasekirin.

Li bi şerê Ukraynayê re gotinê wî yên gefxwarinê zêde bû.

Medvedev wiha got:

“Divê ez careke din bi bîr bînim.

Eger hewce bike mafê Rûsyayê heye ku çekên nukleerî bikar bîne.”

Rêveberên Amerîka dixwaze bi mijara nukleerî bi Rûsyayê re bi axive

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wan ji Rûsyayê re peyama “Derbarê çekên nukleerî de biaxive” şandin.

Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Dûmaya ya Rûsyayê Leonid Slutsky, ji rayedarên Washingtonê xwest ku gefên wan cidî bigrin.

Zelensky: Gefên Putin yên çekên nukleerî ne tenê gotin e

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,

Em gefxwarina Rûsya yên karanîna çekên nukleerî cidî dibîne.

Nafikire ku Serokê Rûsyayê Putin tenê vê weke gotin dibêje.

Şerê li Ukraynayê bûye sedema mirina bi deh hezaran, wêrankirina mezin li hin bajaran û zêdebûna enflasyonê li seranserê cîhanê.

Back to top button