Du şehîdên MLKP’ê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar ya li Hesekê hatin oxirkirin.
Bi sedan welatiyên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî merasima oxirkirina şehîdan bûn.
Li merasimê kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan hate dayîn.
Piştî axaftinan, wesîqesya şehadetê ya her du şehîdan hate xwendin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hate veşartin.