Li Qamişlo kuştin Jîna Emînî hat şermezarkirin û piştgiriya serhildanan hate kirin

Çalakiyên gel ên li bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û piştgiriya serhildanan hate kirin.

Li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî û bi armanca destekdayîna serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê gelê herêmê li qadan in.

Îro Meclisa bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê sûcê hovane yê li hember Jîna Emînî şermezar kir û got: “Polîtîkayên Tirkiyê û Îranê yên li dijî jinên Kurd bi heman armanc û bi heman rengî ne.

Em rejîmên faşîst û kiryarên nerewa yên dewleta Îranê li dijî Jîna Emînî bi hinceta ol û exlaq şermezar dikin.

Di dawiyê de bang li hemû jinên Cîhanê hate kirin ku li dijî van rêjîmên desthilatdar hevgirtinê xurt bikin.

Jinên li Til Temirê: Em ê her dem ji bo rizgarkirina jinan têbikoşin

Kongra Star a navçeya Til Temirê jî çalakiyek li darxist.

Di çalakiyê de wêneyê Jîna Emînî û Anûş Apetyan a ku ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve hatibû kuştin, hatin hildan.

Di çalakiyê de endama Kongra Star Zîlan Îsmayîl axivî û got: “Em piştgiriyê didin jinên Rojhilatê Kurdistanê û serhildanên wan. Ji bo rizgarkirina jinan em ê her dem têbikoşin.”

Jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û em hemû Jîna Emînî ne desmalên xwe şewitandin.

Li Şehbayê bi hezaran jin kuştina Jîna Emînî şermezar kirin

Li Şehbayê jî bi hezaran jin daketin qadan.

Piştî ku meş veguherî mitîngê, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.

Şîraz Hemo anî ziman ku kuştina Jîna Emînî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve berdewama siyaseta qirkirina jinan e.

Şîraz Hemo diyar kir ku ew weke Efrînî piştgiriyê didin serhildanên li Rojhilat û Îranê.

Jinan li Kobanê û Eyn Îsa piştgiriya xwe ya bi jinên li Îran û Kurdistanê re nîşan dan

Li Kobanê jî daxuyanîyek ji aliyê Saziya Olî ve hate dayîn û kuştina Jîna hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku van sûcên hovane yên li dijî jinan têne kirin rawestînin.

Bi heman armancê jinan li Eyn Îsayê desteka xwe ya ji bo serhildanên li Rojhilat û Îranê nîşan da.

Jinan diyar kirin ku dê li dijî zihniyeta zilamsalar li berxwe bidin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button