Di êrîşa dewleta Tirk a li Girkê Legê de 2 welatî şehîd bûn

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin. Dagirkeran îro careke din êrişî herêmê kirin.
Balafireke bê mirov û bi çek dewleta Tirk, li Girkê Legê erebeyeke bombebaran kir. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn.

Êrîş li ser xaçerêya gundê Til Ceman ê ku 5 km dûrî navçeya Girkê Legê ye pêk hat.

Li gorî agahiyan di êrîşê de 2 welatî şehîd bûn.

Lê heta niha Asayîşê derbarê êrişê de daxuyanî nedaye.

Artêşa Tirk gundên Zirganê topbaran kirin

Li aliyê din, Artêşa Tirk a dagirker îro gundên Esediyê û Mişêrfê yên li rojavayê navçeya Zirganê bi çekên giran, topbaran kir.

Derbarê encaman de agahî nehatin zanîn.

Leşker û çeteyên dewleta Tirk duh derengiya şevê jî gundê Bûbê yê bakurê rojavayê Zirganê bi obîsan topbaran kir.

Di topbaranê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bû hedef û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî jî topbaran kir.

Her wiha di saetên nîvro de jî dagirkeran gundê Dirdara yê girêdayî navçeya Til Temirê topbaran kir.

Back to top button