Di çalakiya li dijî navenda polîsan ya li bajarê Mêrsînê de polîsek hate kuştin

Duh bi şev li dijî navendeke polîsên Tirk ya li bajarê Mêrsinê çalakiyek pêk hat. Li gorî rayedarên Tirk polîsek hatiye kuştin yek jî birînar bûye. Piştî vê buyerê polîsên Tirk bi ser malekê de girtin 4 kes binçavkirin.

Li dijî Mala Polîsan a li Taxa Denîz a girêdayî navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê duh bi şev çalakiyeke bombeyî û bi çekan hate kirin.

Li gorî rayedarên dewleta Tirk di çalakiyê de polîsek hatiye kuştin yek jî birîndar bû.

Wezareta Karên Navxweyî ya dewleta Tirk ragihand ku Dilşah Ercan a ku tê gotin êrîş pêk aniye û jineke ku navê wê nehat zanîn bi teqandina bombeya li ser xwe jiyana xwe ji dest dane.

Piştî vê buyerê Polîsan bi ser mala malbata Dilşah Ercan a li Mêrsînê dijîn de girtin.

Di serdegirtinê de ji malbatê 4 kes hatin binçavkirin û birine Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.

Back to top button