“Eşîrên me serferazî, serkeftin û misogerî ne”

Bi diruşma “Eşîrên me serferazî, serkeftin û misogerî ne” Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarên Tebqayê hate avakirin.

Di civîna avakirina meclisê de, şêx û rûspiyên Tebqayê, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Civîn li hola civînana ya avahiya Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa hat lidarxistin.

Di civînê de alîkarê sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen axivî û got: Xurtkirina nirxê eşîrtî bi rêya vegerandina wan li xeta wan a durist û xilaskirina wan ji bandorên desthilatdariyê, wê di xurtkirina berxwedanê de bibe destek.

Piştre 42 endamên Meclisa Rûspiyan a bajar û gundewarê Tebqayê hatin hilbijartin.

Encamnameya civîna Meclisê wiha ye: “Me bi rêya QSD’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar kir û MSD’ê wek nûnera xwe ya siyasî hilbijart da ku ji nû ve Sûriyê ber bi yekitî, demokrasî û nenavendiyê ve bibe.

Meclisa Rûspiyan berpirsa gelek tiştan e, divê xetereya li ser herêmê bi gelê me bide nasandin û di girêdana bi xaka Sûriyê ve, ji Efrîn ta Serêkaniyê pêşeng be.

Back to top button