Meclisa Malbatên Şehîdan topbarana dewleta Tirk şermezar kir

Li dijî êrişa li gundê Til Ceman Meclisa Kongra Stara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan,û ​​​​​​​PYD’ê bi daxwiyaniyên cuda êriş şermezar kirin. 

Piştî êrişê Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Li cihê êrişê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îhsan Şeblî bombebarana dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Rojane balafirên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin, û hêzên Koalîsyonê bêdengin ..”

Meclisa Kongira Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin

Meclisa Kongra Stara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da û got :

Şehîd Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero bi fedakarî û vîneke xurt têkoşiyan û heta kêliya xwe ya dawî li ber xwe dan.

Em ê bi tekoşîn û xebata xwe bibin bersiv ji keda wan ya bi nirx re.

Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê hedefgirrina hevserokên edaletê şermezar kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî hedefgirtina Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero şermezar kir û soza meşa li ser şopa şehîdan da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bang li gelê herêmê kir ku li hember komployên li dijî destkeftiyên şoreşê bisekinin.

Back to top button