Dewleta Tirk gundê Zirgan topbaran kir 2 sivîl şehîd bûn

Artêşa Tirk gundên Esediyê û Mişêrfê yên Zirganê komkujî pêk anî.Di encama êrişa artêşa dagirker de 2 sivîl şehîd bûn.
5 kes jî birîndar bûn, di nav de jin û zarok hene. 

Dewleta Tirk doh êvarî , gundên Esediye û Mişêrfe yên Zirganê ku tije sivîlin topbaran kir.

Di êrişa li ser gundê Mişêrfe de welatiyên bi navê Nayif Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsmaîl Hiyawî şehîd bûn.

5 welatiyên bi navê Rehef Qetaf, Heca Hiyawî, Cûdî Hiyawî, Dinya Îsmaîl û Fayiz Hiyawî 3 jê zarokin jî birîndar bûn.

Birîndar niha li nexweşxaneyên bajarê Dirbêsiyê û Hesekê tên dermankirin.

Di êrişa balafiran a Tirkî de Hevserokên Edaletê yên Rêveberiya Xweser şehîd bûn

Danê nîvro jî balafireke bêmirov a artêşa Tirk li ser xaçrêya gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê erebeyek bombe kir..

Di vê êrişê de Hevserokên Nivîsgeha Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûn.

Back to top button