QSD’ê ragihand ku hêzên wan mezintirîn veşartgeha çekan a DAIŞ’ê piştî Baxozê zeft kir.
Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kir:
” Hêzên me di operasyoneke ewlehiyê li dijî DAIŞ’ê de, mezintirîn veşartgeha çekan a DAIŞ’ê zeftkir.
Ev veşartgeh piştî baxozê mezintirîn veşartgeh bû.
Çeteyan ev çek li gundê Qêrwan ê navçeya Til Hemîsê veşartibûn.
Wê DAIŞ’ê bi van çekan êriş li dijî kamp û bajarokê Holê pêk anîba, lê tedbîr û operasyona hêzên me vê plana çeteyan vala derxist.
Ev plan, xeteriya DAIŞ’ê û paşguhkirina şertên mabûna wî piştrast dike.”
QSD’ê da zanîn ku piştî şerê girtîgeha Sînaa ya Hesekê, ev derbeya duyemîn e ku DAIŞ’ê dixwe û got:
” Ev operasyon derbeyeke din li DAIŞ’ê û hevkarên wê da û hêza wê ya heyî qels kir.”
QSD’ê piştrast kir ku ew ê têkoşîna xwe ya rewa li dijî DAIŞ’ê û hemû gefan bidomînin û ev bang kir:
”Divê civaka navneteweyî li beramberî herêmê ku dibin armanca êrişên DAIŞ û Tirkiyê bi erka xwe rabe.”