Serhildana gelên Îranê di roja 13’an de berdewam dikin

Xwepêşandanên ku li dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkiri di roja 13’an de berdewame.
Devî kuştin, girtin û birîndariyê jî li her devera Rojhilat û Îranê kurd, ereb, beluc, fars û ezerî bi sloganên “Bimre xamaney, bimre dîktator, jin jiyan azadî” dest ji qadan bernadin. Hin navçe û bajar ji kontrola rejîma îranê derketiye.Li gor bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 76 kes hatine kuştin.

Doh êvarê carek din li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daketiye qadan û bi dirûşman nerazîbûna xwe ya li dijî rejima Îranê anîn ziman.

Li li bajarê Sine û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê gel carek din herikîne qadan û bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ hêrsa xwe anîn ziman.

Xelkên navçeya Çabihar a girêdayê herêma Belucîstanê jî li dijî rejîma îranê li qadanin, çalakvanên belûcî agir berdan navenda polîsan a navçeyê. Hate ragihandin ku navçe di kontrola çalakvanan de ye

Her wiha li Tehran û derdora wê jî li gelek cihan gel daketiye qadan û dirûşmên “ev sal wê bibe sala hilweşîna dethilata Xamaney” berzkirin.

Ev der jî paytexta îranê ye jineke çalakvan diruşm davêje û dibêje: Bimre Xamaney….

Ev der jî bajarê Narmak ê yê îranê ye.
li vir jî diruşmên Bimre dîktator hate berzkirin.

Hêzên rejîma îranê li dijî çalakvanan çek bikartîne heta niha bi sedan birîndar çêbûne

Li gor bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 76 kes hatine kuştin. Bisedan kes birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin. dîmenê arşîvê yên birîndar kuşti cenaze karbîne

Back to top button