Koçberên Efrînê: Kesên destekê didin, hevkarên dagirkirina Efrînê ne

Koçberên ji Efrînê yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijîn, avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrînê red kirin.

Koçber Nîdal Mihemed dibêje ji dema dagirkirina Efrînê ve û çeteyên wê li wir hemû sûcên hovane pêk tînin.

Nîdal avakirina avahiyên mêtingehiyê li Efrînê red kirin û destekdayîna rêxistinên Îxwanî jê re şermezar kir.

Koçber Gulistan Hisên jî anî ziman ku ew ê berxwedana xwe heta vegera li Efrînê dewam bikin.

Koçberê bi navê Mihemed Elî jî diyarkir kesên ku destekê didin avakirina van avahiyan hevkarên dagirkirina Efrînê ne.

Mihemed bang li civaka navneteweyî kir ku li ser binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî pêk tên bêdeng nemînin.

Back to top button