Brezîlya.. Gelê xwecihî çareserî di tevlîbûna nav siyasetê de dîtin

2’ê Cotmehê li Brezîlya wê hilbijartin pêk werin.
Gelên xwecihî yên li Brezîlyayê ku jîngehên wan di bin xetereyê de ne, eleqeya xwe ya ji bo siyasetê zêde kirin.
Ji ber vê yekê cara destpêkê ji 45 komên xwecihî bi tevahî 180 berendamê parlementoyê ne.

Siyaseta serokomarê rastgir ê tundrew ê Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro ya bi bêdarkirina Amazonan ew qad ji rantê re vekir.

Vê yekê jî xelkê Amazonê hîn zêdetir kişand nava siyasetê.

Li hemberî polîtîkayên dijminatiyê yên Bolsonaro yên li dijî wan, di dîroka Brezîlyayê de hejmara çalakvanên gelên xwecihî yên ku dikevin nav siyasetê ji her demê zêdetir bûye.

Di hilbijartinên giştî yên ku wê di 2’yê Cotmeha 2022’an de li Brezîlyayê bên kirin de, hat ragihandin ku bi giştî 180 kes ji gelên xwecihî bûne berendamên parlementoyê.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Brezîlyayê de cih girtin, ev namzed ji 45 komên cuda yên gelên xwecihî yên li 24 eyaletên welat dijîn.

Ev yek li gorî hilbijartinên 2014’an ji sedî 116 zêde bûye.

Çavdêran nirxandina “Ji bo têkoşîna li dijî Bolsonaro, gelên xwecihî çareserî di ketina siyasetê de dîtine.”

Brezîlya.. Gelên xwecihî wê çarenûsa hilbijartinê diyar bikin

Bolsonaro, piştî hilbijartinên dawiya 2018’an de hatin kirin, hat ser desthilatdariyê.

Yek ji kirinên wiya ew bû ku qadên jiyanê yên gelên xwecihî xera kir û ji rantê re vekir.

Di hilbijartinên 2’ê Cotmehê de, wê wekîl û senatorên nû yên meclisa neteweyî û her wiha parêzgar werin hilbijartin, yek ji serokên berê yê çepgir ê dewletê Lûîz Inacîo Lûla da Sîlva ye wê li hemberî Bolsonaro têkeve hilbijartinê.

Li gorî rapirsiyan pêşbirka hilbijartinê di navbera Bolsonaro û Lûla da Sîlva de bi tena serê xwe diçe û dengên gelên xwecihî di asta ku encamên wê diyar bike de ye.

Di serdema Lûla da Sîlva de ku ji 2003’an heta 2011’an ku serokatiya welat kir, ji bo parastina jîngehên gelên xwecihî, her çend ne zêde xurt be jî, têkoşîn dihat kirin.

Lê dema Bolsonaro hat ser desthilatdariyê, siyaseta parastina gelên xwecihî bi tevahî hate sekinandin û daristanên Amazonê ji bo armancên aborî pêşkêşî şîrketan hate kirin.

Koordînator û namzeta parlementeriyê ya rêxistina sîwanê ya gelên xwecihî Abîp Sônîa Gûajajara li paytext Brezîlyayê daxuyanî da çapemeniyê û got,

“Bê guman tevlêbûna me ya siyasetê nayê wê wateyê ku têkoşîna me tenê wê bi siyasetê sînordar be. Em ê li her qadê têbikoşin.”

Back to top button