Di referandûma Rûsya li Ukrayna pêk anî de dengê “erê” biser ket

Di encama referandûma li herêma Zaporijya, Xerson, Donetsk û Luhansk ê de dengê “erê” biser ket.

23’ê Îlonê Rûsya li herêma Zaporijya, Xerson, Donetsk û Luhansk a dikeve rojhilatê Ukrayna referandûm pêk anî.

Referandûma ku ji bo ev herêm bi Federasyona Rûsyayê re bê girêdan, 5 roj dewam kir.

Rayedarên Rûsyayê, roja Duşemê beriya ku referandûm encam bibe ragihandin ku dengê “erê” bi ser ketiye.

Li Zaporjiya hat ragihandin ku sedî 93.1, dengên “erê” derketiye.

Komîsyona hilbijartinê ya Xersonê jî ragihand ku hilbijer sedî 87 dengê “erê” bi kar anîne.

Komara Gel a Donetskê diyar kir ku sedî 99.23 dengê “erê” derketine.

Bi vê referandûmê re Rûsya ji sedî 15’ê axa Ukranyayê bi dest xist.

Ji nêzî 4 mîlyon welatiyên li van herêman jî hate xwestin ku dengê xwe bikar bînin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin anî ziman ku armanca wan rizgarkirina gel ji qirkirina rêveberiya Kîevê ye.

Rêveberiya Kîev û hikumetên Rojavayî vê referandûmê qebûl nakin.

Ji welatên Rojava bertekên li dijî referandûmê zêde dibin

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelensky, diyar kir ku ew ê li herêmên ji aliyê Moskowayê ve hatiye dagirkirin di aliyê parastina gel de tevbigerin.

Zelensky qala Xerson, Zaporijya, Donbass, Xarkiv û Kirimê kir û destnîşan kir ku ew ê “gel biparêzin”.

Her wiha di axaftina xwe ya di NY de anî ziman ku piştî vê referandûmê ne pêkan e ku Kîev û Moskowa danûstandinê bikin.,

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehiyê de diyar kir ku ew piştgirî didin “hevgirtina axa” Ukraynayê.

Fransa ji bo referandûmê got “qeşmertî” û nerazîbûn nîşan da.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî ragihand ku wê welatên rojava tu carî vê referandûmê nas neke.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg refandûm mîna “xeyalî” bi nav kir û anî ziman ku tu rewabûna vê tuneye.

Welatên dostê Rûsya, Çînê jî di peyama xwe ya bû referadûmê de, yekbarçebûna xaka Ukrayna parast.

Di nava rewşa heyî de, ya tê xuyakirin ewe ku referandûma pêkhatî wê aloziyê zêdetir bike.

Back to top button