Gomanên di boriyên Nord Stream 1-2 de teqîn pêk hatiye xurtir dibin

Ewropa îdia dike ji bo Rûsya gazê li ser wan qut bike, teqîn di boriyên xebat Nord Stream 1 û 2 de pêk aniye. Her çiqasî ev yek ne zelal e, ya diyar ew ku li nava Ewropa nirxê gaza xwezayî bilind bûye.

Di navbera Ewropa û Rûsya de krîza enerjiyê kurtir dibe.

Di ber boriyên Nord Stream 1 û 2 re gazê derdikeve.

Lê beriya ev yek pêk were, ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Swêdê ve du teqînên di bin avê de pêk hatî hatin tomarkirin.

Teqîna yekem li başûrê rojhilatê Girava Bornholm a Danîmarkayê pêk hat û bû sedema erdhejeke bi pileya 1,9.

Teqîna duyemîn êvara Duşemê saet 19:04’an de li bakurê rojhilatê giravê pêk hat û di encamê de, erdhejeke 2,3 pile bi xwere pêk anî.

Kîev: Teqîn êrişeke terorî ya Moskow ew plan kirî ye

Rêveberiya Ukraynayê jî îdîa dike ku li pişt teqînan, Rûsya heye.

Kîev di daxuyaniyekê de got:

“Teqînên li ser boriyên li Deryaya Baltik encama êrîşa terorîstî ya plankirî ya Moskow li dijî Yekîtiya Ewropayê ye.”

YE: Pirsgirêka di xeta borya Nord Stream de bi zanabûn hatiye derxistin

Rêveberên Yekîtîya Ewrupa di wê bawerîyê de ne ku di xeta boriya gazê ya Nord Stream a di navbera Rûsya û Almanyayê de derketiye bi qestî çêbûye.

Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, bi awayekî nepenî îşaret bi Moskovayê kir û got,

“Li gorî YE’yê ev yek ne tesaduf in, encama çalakiyeke bi zanebûn in.”

Borrell, diyar kir ku hemû agahiyên ku wan girtine vê yekê nîşan dide û diyar kir ku îşaret hene ku ev yek bi zanabûn pêk hatiye.

Bi teqîna li Derya Baltîkê re nirxê gaza xwezayî li nava Ewropa bilind bû.

Back to top button