Şêniyên Qamişlo li cihê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero hatin şehîdxistin daxuyanî da

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û şehîdxistina hevserokên Nivîsgeha Edalet û Lihevanînê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel, sazî û rêxistinên jinan nerazîbûn nîşan dan. Di çalakiyan de hêzên navnetewî bi taybetî Koalîsyona Navneteweyî ji an êrişan perpirsyar hatin dîtin.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û şehîdxisitna hevserokên Nivîsgeha Edalet û Lihevanînê Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero, çalakî hatin kirin û nerazîbûn hatin nîşan dan.

Bi sedan şêniyên Qamişlo berê xwe dane gundê Til Cemanê yê Girkê Legê ku li wir Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero hatin hedefgirtin û li wir daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta tirk binpêkirina qanûnên navnetewî ye û li dijî van êrişan peyama bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Şêniyên Dêrikê li dijî êrişan daketin kolanan

Şêniyên Dêrikê li dijî van êrişan daketin kolanan û şehîdxisitna Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero şermezar kir.

Şênî li Qada Azadiyê kom bûn û ber bi Meclisa Malbatên Şehîdan ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê Meclisa Jinê ya Navçeya Dêrikê Wesfe Murad axivî û li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê da.

Meclisa rêveber a herêma Cizîrê şehîdxistina Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero şermezar kir

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê şehîdxistina Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero û şehîdxistin û birîndarkirina welatiyan di êrişa li ser gundên Zirganê de şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev êrişên têne kirin dewamiya şerê tunekirinê ya ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê herêmê û projeya Rêveberiya Xweser dide meşandin e.

Armanca van êrişan lewazkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ye.”

Rêxistinên Jinan li herêma Cizîr û firatê şehîdxistina Zeyneb Saroxan şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan jî têkildarî van êrişan daxuyanî li bajarên Qamişlo, Hesekê û navçeya Eyn Îsayê dan.

Di daxuyaniyan de şehîdxisitna Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şêro hate şermezarkirin û li hemberî êrişan soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiyan navenda Meclisa Rêveberiya Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca dagirkeriya Tirk ji vê êrişê şikandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Firatê û Efrînê şehîdxistina Zeyneb Saroxan şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê jî şehîdxistina hevserokên Nivîsgeha Edalet û Lihevanînê şermezar kir.

Li Şehbayê jî Meclisa Malbaten Şehîdan a herêma Efrînê bi heman armancê daxuyanî da.

Meclisê banga hesabxwetina ji dewleta Tirk a dagirker kir.

Rêxistinên Jinan li Şehba, Heleb û Tebqayê şehîdxistina Zeyneb Saroxan şermezar kir

Kongra Star û Desteya Jinê li Şehbayê jî şehîdxistina hevserokên Nivîsgeha Edalet û Lihevanînê şermezar kir.

Kongreya Star li Helebê bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin dagirkeriya Tirk jina ku pêşengtiya şoreşê kiriye hedef digire û li dijî van êrişan soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Koordînasyona Jinê ya bajarê Tebqayê jî bi daxuyaniyekê şehîdxistina Zeyneb Saroxan şermezar kir û da zanîn dagirkeriya Tirk bi vê yekê dixwaze vîna jina azad ya ku pêşengtiya şoreşê kir bişkîne.

Şêniyên navçeya Holê li dijî êrişên li ser herêmê daketin kolanan

Li navçeya Holê jî, şêniyan li dijî êrişên li ser herêmê li navenda navçeyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca dewleta Tirk ji êrişan têkbirina vîna gelê herêmê û projeya demokratîk e.

Back to top button