Koçberên Serêkaniyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşiyan

Koçberên Serêkaniyê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan daketin kolanan û banga azadiya Rêber Apo kirin.

Koçberên Serê Kaniyê ên li Kampa Waşûkanî li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê koçberên kampê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Dewleta Tirk a dagirker ji bo serbestberdana rêber Ocalan rê li ber pêkanîna qanûnên navneteweyî digire.

Her wiha bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk hate kirin li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button