Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 13’an de berdewam dike

Serhildanên ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkirin bi pêşengiya jinan di roja 12’emîn de dewam kirin. Li gor bîlançoya herî dawî, heta niha di êrişên hêzên rejimê de nêzî 80 kesî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin bi sedan kes birîndar bûne û nêzîkî 8 hezar kes jî hatine binçavkirin. Ji ber birîna înternetê agahiyên zelal ji gelek herêman jî nayên girtin.

Serhildanên gel ên li dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya 12’an de dewam dikin.

Li gorî bîlançoya herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, heta niha di xwepêşandanan de 76 kes hatine kuştin.

Duh êvarê û îro jî carek din li gelek bajaran gel li dijî rejimê daketin qadan.

Li bajarê Kirmaşan û Sine ên Rojhilatê Kurdistanê gel carek din bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ herikîn qadan.

Back to top button