XELKÊN WARGEHA MEXMÛR: BILA DEWLETA DAGIRKER Û HEVKARÊN WÊ BIZANIN KU EM SERÎ NATEWÎNIN

Xelkên Wargeha Mexmûr li dîjî bombebarana dewleta Tirk a ser wargehê meşek li dar xist û êrîş şermezar kirin.

Meş li ber deriyê Şaredariya Wargehê dest pê kir û heta ber avahiya Netewên Yekbûyî pêk hat.

Li ber deriyê Netewên Yekbûyî daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û wiha hat gotin:

“Di 7. salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, êrîşa li ser gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî pêk hatî ne tesadûfî ye.

Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurdek li ku jiyan dike xwe bigihînê û tine bike ye.

Xelkên Wargeha Mexmûr daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kirin:

“Bila dewleta dagirker û hevkarên wê baş bizanin ku gelê Wargehê ti carî li hemberî van êrîşan serî natewînin”

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close