Serokatiya Başûrê Kurdistanê: Divê hikumeta Iraqê xaka Iraqê biparêze

Serokatiya Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadî der barê êrişên rejîma Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyan de daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku xak û serweriya welat biparêze.

Serokatiya Başûrê Kurdistanê der barê êrişan de daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

“Başûrê Kurdistan rê nade ti gefek ewlehiyê ji nava sinorên wê li ser welatên cîran çêbe.

Daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê dikin erkê xwe bicih bîne, xak û serweriya welat biparêze.”

Tevgera Azadî: Tenê yekîtî serkeftinê misoger dike

Tevgera Azadî jî êrîşên rejîma Îranê şermezar kir û got:

“Tenê yekitî û yekgirtin serkeftinê mîsoger dike.

Divê her hêz û aliyek siyasî û her Kurdek bi erkê xwe yê welatparêzî û exlaqî, li dijî êrîşan rabe.

Divê hikûmetên Iraqê ji bo rawestandina van êrîşên dijminkarane yên Îran û Tirkiyeyê xwedî helwestek cidî bin.”

Tevgera Azadî: Divê hemû hêzên Kurdî li dijî êrişan yekgirtina xwe çêkin

Back to top button