Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed dibêje Tirkiyê kesê ku ji bo welatê xwe tê dikoşe dike armanc.
Rûken Ehmed derbarê şehîdxistina Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero de axivî û ev tişt anî ziman:
”Dewleta Tirk her ku diçe li hember şervanên azadiyê lawaz dibe, bi bin dekeve û bê hêz dibe.
Tirkiyê gelê ku xwe bi rê ve dibe, xwe bi îrade dike û ji bo welatê xwe tê dikoşe, wan dike armanc.
Lê belê wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî tu carî bi êrişan neşike.”
Rûken Ehmed, anî ziman ku wê xelkê herêmê wê xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Û nehêlin Erdogan bighêje armancên xwe yê qirêj.