Jinên Kurd: Ruhê jinan bûye meşaleya serhildana şoreşeke mezin

Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî di roja 14’an de dewam dike.
Jinên Kurd ên başûrê kurdistanê jî xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weke şoreş pênase kirin û gotin: “Eger em parastina jinan nekin, em ê nekaribin hizir û hebûna jinê biparêzin.

Berdevka Înisyatîfa Jinê ji Dadgirkeriyê Diparêze Şoxan Mîrza ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

“Li Rojhilatê Kurdistanê ruhê jinan bûye meşaleya serhildana şoreşekî mezin.

Jîna weke Barîn, Viyan û Zîlanê bû serkêşê dîlana şoreşê. Em jî bi vî ruhî dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’.”

Xwendekara Zanîngehê Şano Ebûbekir jî got:

“Di bin hikûmraniya Îslama siyasî de, jin weke dosya aborî, siyasî û exlaqî bikar tîne. Eger em parastina jinê nekin, em ê kêm bimînin.

Hunermenda Rojhilatê Kurdistanê Şaho Rojhilatî ku ji ber hunera xwe ji Zanîngeha Tehranê hatiye derxistin û piştre jî ji welat hatiye derxistin got:

“Em daxwaza mafê xwe yê herî biçûk û mafên xwe yên 40 salin tên binpêkirin dikin”.

Back to top button